Destê alîkarî dirêjî hev bikin

Ji Xoya rojhilatê Kurdistanê bigire heta Riha, Amed, Dîlok û gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê  û digihêje Rojavayê Kurdistanê karesateke xwezayî ya erdhejê...

Meşa Gemlikê meşa rûmetê ye

Ji bo çi Gemlîk? Ji ber ku Gemlik nêzê Îmraliyê ye. Bo çi Îmarli? Ji ber ku hêvî, bendewarî, bîr û baweriya  gelê kurd...

Destê alîkarî dirêjî hev bikin

Ji Xoya rojhilatê Kurdistanê bigire heta Riha, Amed, Dîlok û gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê  û digihêje Rojavayê Kurdistanê karesateke xwezayî ya erdhejê...

Meşa Gemlikê meşa rûmetê ye

Ji bo çi Gemlîk? Ji ber ku Gemlik nêzê Îmraliyê ye. Bo çi Îmarli? Ji ber ku hêvî, bendewarî, bîr û baweriya  gelê kurd...
Çarşem - 8 Sibat 2023

Destê alîkarî dirêjî hev bikin

Ji Xoya rojhilatê Kurdistanê bigire heta Riha, Amed, Dîlok û gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê  û digihêje Rojavayê Kurdistanê karesateke xwezayî ya erdhejê...

Meşa Gemlikê meşa rûmetê ye

Ji bo çi Gemlîk? Ji ber ku Gemlik nêzê Îmraliyê ye. Bo çi Îmarli? Ji ber ku hêvî, bendewarî, bîr û baweriya  gelê kurd...

Tecawizkar û qatilê zarokan…

AKP’ê di destpêkê de xwe wekî partiyeke liberal-demokrat dida nasandin. Ji sala 2007’a heta 2015’a berêve nasnameya xwe ya olî derxist pêş. Piştî ku pêvajoya çareserî xerakir û li dijî gelê kurd dest bi şereke bêehlaq kir, nasnameya xwe ya tirkperest û şerîatî bi aşkerayî kir perçeyek siyaseta xwe. Şîrîkê AKP’ê ango MHP, di serî de bi yek nasnameyek tê zanîn. Tirkperest e, turanîst e, faşîst e. Aliyê xwe yê olî jî tenê ji bo tirkperestî û turanîstî bikartîne.

Piştî ku ev her du partî di rêvebirina dewletê de dest bi hevşîrîkatiyê kirin, hema bêjin sedî 90 şibiyan hevûdû. Belku di alî şerîatparêzî de hinek cudatî di nav wan de heye. Ji bilî nêrînên li ser şerîatê, her du alî jî tirkperest û faşîst in. Siyaseta xwe jî li ser van esasan bi dijminatiya kurda dadigrin. Desthilatdariya xwe bi dijminatiya kurda konsolîde dikin. Bi vê dijminatiyê ser her tiştî, di serî de jî aliyên xwe yên tecawizkarî û qatîlî digrin.

Mirov dikare bi sedan mînak bide. Lê ez ê tenê du mînakên vê dumahiyê bidim. Ya ewil ew ê li ser tecawizkarê MHP’î be. Em bînin bîra xwe Cîhan Kayaalpê serokê MHP’ê, li Amedê ji ber ku tecawizê zarokek 16 salî kiribû, hatibû girtin. Doza vî tecawizkarê çend mehek neajot û  di taliyê de bi biryarek sosret beraat kir. Dadgeh di biryara xwe ya beraatê de bi awayek aşkera dibêje, “Belê îstîsmar heye lê zarok dilînî kiriye. Dema îstîsmarê keniya ye.” Piştî vê biryarê derket holê ku heman dadgeh tecawizkarê bi navê Musa Orhanê leşkerê tirk jî serbest berdaye. Em dîsa bînin bîra xwe. Musa Orhan tecawizî Îpek Er dike. Ji ber vê yekê jî Îpek Er dawî bi jiyana xwe tîne. Her tişt aşkera ye û bi delîl e. Lê ew dadgeha ku bi biryara beraatê Cîhan Kayaalp berdide, Musa Orhan jî di hepsê de nagre.

Mînaka din jî terîqeta herî havdar ya piştgirê AKP’ê, ango ji cemaatê Îsmaîlaga ye. Yek ji rêvebirên vê terîqetê, serokê Weqfa Hîranûrê Yusuf Gumuşel, keça xwe ya 6 salî dide murîdekî xwe yê 29 salî. Ev murîd, bi pêşîlêvekirina dê û bavê keçika 6 salî bi salan tecawiza xwe didomîne. Zaroka 6 salî usa pê dizane ku ew tiştên li wê tê kirin, lîstik in. Zaroka 6 salî piştî digihîje 14 saliya xwe ev karê xerab ji ber hin giliyan diçe ber dadgehê. Dadgeha AKP-MHP’ê hemû sûcên tecawizkarê û her wiha sucên dê û bavê zaroka 6 salî  digre. Terîqeta Îsmaîlaga hêza xwe ya ji AKP’ê digre bikartîne û ev mesele ne tê bîhistin, ne jî tê axaftin.

Ev her du mînak vê heftiya dûmahî ket rojevê. Lê di der haq van karên xerab de heta niha ne AKP û MHP û ne jî yek rayedarên dewletê çi bertek nîşan nedane. Ew ê çi bertek jî nîşan nedin. Heke tiştek bêjin jî ew ê çi tişt negûhere. Ji ber ku rayedariya wan jî, bîr û baweriyên wan jî tecawizkar in.

Bêgûman, ew ne tenê tecawizkar in, her wiha qatîl in. Vê yekê jî dixwazim bi mînakek şirove bikim.

Ji 19’ê meha qanûnê ve dewleta tirk careke din êrîşên rojavayê Kurdistanê kir. Di van êrîşan de bi tevî çendîn zarokan, sîvîl û şervanên rojavayê Kurdistanê şehîdbûn. Heman demê wêneyek di medyaya dîjîtal de hat dîtin. Di vê wêneyê de tê dîtin ku leşkerek tirk li ser guleyek topê nivîsandiye û gotiye, “Silav ji Cemaata Mahmut Efendî re. Ji bo berdewamiya xizmeta we.”

Ew cemaata ku silav jê re hatiye şandin, ango kesê ku bi navê ‘Mahmut Efendî’ hatiye binavkirin, damezrênerê Cemaata Îsmaîlaga û yekemîn ‘şêxê’ vê cemaatê ye. Ev cemaat her wiha piştgirê herî mezin ya Erdogan e.

Belê, ew cemaata ku zarokan bi 6 salî dizewicînin, ango yên rê didin tecawiza zarokan, her wiha qatilê zarokan in. Zarokên kurda, zarokên 4 beşên Kurdistanê bi bombe û gûleyan dikûjin. Tecawizkarên bêhlaq vê yekê jî bi navê ol û netew dikin.

Nûçeyên Têkildar