Divê êzidî xwe ji têkoşînek bêhempa re amade bikin

Planên nû li ser îradeya êzidiyan ku ji dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de pêş ketiya di ber derî ne. Êzidiyên ku biryare xwe...

Newroz destana serhildana Kawayê Hesinkar e

Beriya zayinê di sala 612’an de, li welatê dapîr û bapîrên kurdan Keyekî Asûrî yê zordar û zilimkar hebûye. Navê wî Dehaq bûye. Wî...

Duşem - 20 Adar 2023

Li Efrîna dagirkirî wahşeta tirk û çeteyan dewam dike

Çeteyên dewleta tirk ya dagirker li Efrînê bi sedan dar birîn.

Li kantona Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de sûcên dermirovî û qirkirina xwezayê bê navber dewam dikin.

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku çeteyên Firqet El Hemze li gundê Tilifê yê navçeya Cindirêsê 15 darên zeytûnan ên welatiya bi navê Ewfa Subhî û 5 darên welatiya bi navê Şîraz Nasan birîne.

Li gorî çavkaniyan, çeteyên Sultan Murad li gund Berava yê navçeya Şerayê 12 darên zeytûnan ên Mihemed Fewzî Xelîl, 12 darên Mistefa Xelîl û 12 darên Ziyad Xelîl birîne.

Li gundê Dêr Siwan ê navçeya Şerayê jî çeteyên heman komê 200 darên zeytûn, merx û behîvan ên welatiyê bi navê Henan Semo Ebûdan ji kokê de rakirin.

Li navçeya Mabatayê bi dehan darên li derdora baregeha leşkerî ya nêzî xaçerêya navçeyê ji aliyê çeteyên Sultan Murad ve hatin birîn.

Ji destpêka salê ve, dagirkeran zêdetirî 5 hezar dar li Efrînê birîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar