Destê alîkarî dirêjî hev bikin

Ji Xoya rojhilatê Kurdistanê bigire heta Riha, Amed, Dîlok û gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê  û digihêje Rojavayê Kurdistanê karesateke xwezayî ya erdhejê...

Meşa Gemlikê meşa rûmetê ye

Ji bo çi Gemlîk? Ji ber ku Gemlik nêzê Îmraliyê ye. Bo çi Îmarli? Ji ber ku hêvî, bendewarî, bîr û baweriya  gelê kurd...

Destê alîkarî dirêjî hev bikin

Ji Xoya rojhilatê Kurdistanê bigire heta Riha, Amed, Dîlok û gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê  û digihêje Rojavayê Kurdistanê karesateke xwezayî ya erdhejê...

Meşa Gemlikê meşa rûmetê ye

Ji bo çi Gemlîk? Ji ber ku Gemlik nêzê Îmraliyê ye. Bo çi Îmarli? Ji ber ku hêvî, bendewarî, bîr û baweriya  gelê kurd...
Çarşem - 8 Sibat 2023

Destê alîkarî dirêjî hev bikin

Ji Xoya rojhilatê Kurdistanê bigire heta Riha, Amed, Dîlok û gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê  û digihêje Rojavayê Kurdistanê karesateke xwezayî ya erdhejê...

Meşa Gemlikê meşa rûmetê ye

Ji bo çi Gemlîk? Ji ber ku Gemlik nêzê Îmraliyê ye. Bo çi Îmarli? Ji ber ku hêvî, bendewarî, bîr û baweriya  gelê kurd...

Ji bedena min têr nabin!

Ji mêj ve ye, serê xwe xistina noqa min, ji kezeb û hinavê min dixwin. Bedenek cemidî li ser axê dirêj kirî me. Xwîn jê diçe. Çi nimete can jê naçe, tim bi êş û nalîn e.

Destek min qut dikin, dîsa çêdibe. Hinavê min derdînin parçe parçe dikin, dîsa xwe nû dike. Sedî carî serî pelixanin, got va mir çû, dîsa seriyek nû da. Dikin nakin, min temam bikin; laşê li erdê temamî birizînin, narize vedijene.

Ji vê bedena bê tebat re gorek ji betonê çêkirin û binaxkirin, bedena parçekirî avêtin bîrên asîtê, şewitandin, tune nebû. Li gelî û newalan veşartin, her tim bi rengekî hilhat û derket. Carekî din karî bijî û bimîne. Çibû nebû tune nebû.

Bi asît û kîmyayê xwestin vê bedenê temamî bihelînin û bi axê re bikin ye. Ax ji bo wê bo derman û zîl da. Çav derxist, dît. Tilî şikand nivîsand. Kir hezar parî, dîsa bû yek. Xwe li ber her cure hovîtî û zalimiya demê girt. Digre û dijî.

Ev beden bê nav kirin, bê cih û war kirin. Bênasname kirin û her cure kirêtî lê bar kirin, dîsa nekarî tune bike. Gotin ‘duvê wan hene, mirovan dixwin’, gotin ‘eşqiyane’ gotin gotin, çi kirasê lewitî yên xwe hebûn li ser da kirin. Kirin pîrhebok. Xistin hemû cure yî.

Çiqasî xirêt kirin, ewqasî bal kişand ser xwe û li ber xweda. Çiqasî perçiqandin, xwe nû kir. Çiqasî serî perçiqandin serî nû da. Vejîn da, zîl da hûniya. Kezî da, bask bû û firiya. Ji Bakur bigire heta Başûr, Rojhilat û Rojava belav bû û bû cîhanî.

Li ser vê axa bi bereket ku tim can û ruh dayê, mîna dexlûdanan hilhat û simbil da. Ji libek sed, ji sedî hezar û ji hezarî milyon da. Hemû kiras û rûpoşên lewitî yên zaliman çirad û ronahî da. Ji cihê lê ketî, ji cihê lê bênav û nasname hatî kirin, derket. Derket bilind bû, bû roj. Bû hebûn û jiyîn. Bû nav, bû deng bû awaz û bû vejîn.

Bû dest, bû çav, bû guh bû evîn, bû eqş…

Ji hemûyê girîngtir bû war, bû cihê lê bijî. Ew beden û hinavê hat xwarin, bû hêvî, viyan û jiyan. Bû yek dil û yek mejî. Ruh da beden û mejiyên mirî. Viyan da can da hestên hatî bêhêvîkirin û terkî qedereke kole ya mêtinger kirî.

Bû raman felsefe û zanist. Bû qible û navenda şer û têkoşînê. Bû darberû li gelî û newalên lê hatibûn veşartin. Li ber zilm û zordariyê bûn kelh û pesar, stûn. Bû dîrokek ji bedena wê ya hatî rizandin, vejiyayî. Bû dîrok, pênûs û lênûs. Ji nû ve dîroka wê hat danîn û nivîsîn. Sirûda wê bi qelenê wê yê ji xwînê hat strandin. Ala wê bi xwîna sor û xwezaya wê ya ew vejand hate neqişandin. Kiras û fîstan, şal û şepikên wê sembolîze dike, li xwe kir û weke qewm diyar bû. Bi rengê xwe, dengê xwe, xwe nîşanda ku heye, wê hebe. Bi xwebûna xwe hebe. Bi çand û zimanê xwe heye.

Îro bi wê rengê hewl dide, bijî û hebûna xwe li ser warê xwe bi hemû xwebûna xwe bidomîne. Ji bo wê can dide, ava dike. Esrek bi rengê êxsîr borand, ji niha şûn ve wê serbilind û serfiraz bijî. Ji bo wê çi dibe bila bibe, wê bi rengê mirî, kole, bêreng û deng nejî…

Nûçeyên Têkildar