Înîsiyatîfa Gel a Amedê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand. Di peyamê de hat diyarkirin ku divê her der bibe qada berxwedanê
Înîsiyatîfa Gel a Amedê ji ber Salvegera Komploya Navneteweyî ya di 15’ê Sibatra 1999’an de ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand. Di peyamê de hate diyarkirin ku divê her der bibe qada berxwedanê.
Di peyama Înîsiyatîfa Gel a Amedê de ev tişt hatin diyarkirin:“Tevgera Azadiyê û gel, em ketine meha sibatê. Komploya Navneteweyî ya di şexsê Rêber Apo de li ser gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn hatiye ferzkirin û têkoşîna li dijî komployê dikeve sala 21’emîn. Rêber Apo 15’ê Sibatê wek ‘Roja Qirkirina Kurdan’ îlan kiribû. Gelê me 20 sal in, 15’ê Sibatê wekî rojeke reş lanet dike û li dijî komployê li ber xwe dide. Em şehîdên pakrewan ên ku li dora Rêber Apo bûn xeleqekek ji agir, bi hurmet bi bîr tînin. Di şexsê Leyla Guven de em hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin ên ku li dijî komploya navneteweyî bi dirûşma ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ dest bi têkoşînê kirine. Li çiya, zindan, her çar parçeyên Kurdistanê û li her dera cîhanê gelê kurd li ber xwe dide û diyar dike ku dê êdî tehamûlî 15’ê Sibatê neke. Li ser vî esasî divê her kes, her derê bike qada berxwedanê û em ji dost û dijminan re bidin xuyakirin ku sebra me nemaye. Divê em bloka faşîst a AKP û MHP’ê hilweşînin.” AMED