Ji çarenûsa R.Erdogan re rojek ma

Di 28'ê Gulana 2023 de, gelên Tirkiyeyê û bi taybetî jî gelê Kurdistanê wê li ser qedera qral Receb biryarê bidin. Bê gûman ev ne...

Erdogan neçe herkes di xeterê de ye

Li Tirkiye hilbijartina herî qirêj tê çêkirin. Sedema vê qirêjiyê aloziya navxweyî ya dewleta tirk e. Bingeha vê aloziyê jî di serî de pirsgirêka...

Duşem - 29 Gulan 2023

Bi hunerê bandora erdhejê zîndî dihêle

Wênesaz û peykertiraş Ahmet Bostanci bi peykerên xwe yên ku li ser erdhejê çêdike hewl dide ku  ji nifşên nû re behsa bandorên erdhejê bike.

Li Hatayê ku bandoreke mezin ji erdhejên Mereşê girt, atolyeya wênesaz û peykertiraş Ahmet Bostanci zirar dît. Bostanci ku heta niha gelek berhem çêkirine,  anî ziman ku dixwaze erdheja ku bandor li 11 bajaran kiriye bi hunerê vebêje.

Bostanci ku zêdetirî 45 sal in wêne, peyker û mozaîkê çêdike, heta niha 6 pêşangehên wêneyan vekirine. Bostanci anî ziman ku herî dawî jî berê xwe daye peykertiraşiyê. Bostanci da zanîn ku ji xeynî Peykerê Bîrdariyê yê Efsaneyan ê 8.5 metre bilind ê li ber Zanîngeha Çûkûrovayê, li gelek zanîngehên din jî peyker çêkirine û got: “Li koleksiyonên cuda 300 xebatên min ên boyaxa birûn hene û 200 jî xebatên min ên mozaîkê.”

Bostanci ku got “huner rengekî din li jiyana mirov bar dike, mirovan ber bi fikirine din ve dibe û rengekî cuda ye” da zanîn ku ew dixwaza peykerên ku behsa erdhejê dikin çêbike.

Bostanci bilêv kir ku ji xeynî vê ew dixwaze xebatine din jî bike û axaftina xwe wiha qedand: “Em ancax dikarin bi hunera xwe behsa vê erdhejê bikin. Em ê hewl bidin ku em ê vê erdhejê, rastiya erdhejê bi hunerê, bi peykeran ji nifşên bê re bibêjin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar