Di dema herî tarî de hêvî çêdibin!

Di demê herî hêvî diqedin de, hêviyên nû û lêgerînên nû destpê dikin. Yan divê yan xwe ji vê rizgar bike, yan jî teslîmî...

Sedsaleke qirêj

Erdoganê ku 21 sal in bi zilma xwe li ser desthilatdariyê ye, di hilbijartina îsal de jî careke din bû serokomar. Milyonan kes li...

Sêşem - 6 Hezîran 2023

Kilîd li Mîr Mûzikê û Weşanxaneya Mezopotamyayê xistin

Hişmendiya qedexekar a dewleta tirk li Almanyayê jî xuya kir. Wezareta Karê Navxweyî ya Almanyayê ragihand du saziyên çand û hunerê yên kurdan, Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk hatiye qedexekirin

Dewleta Alman ku bi desthilata Erdogan re dîsa têkiliyên xwe zêde kirî, fatûreya wê dîsa li kurdên Almanyayê birî. Bi fermana Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê Horst Seehofer ku siyasetmedarê muhafazkar û rastgir e, du saziyên girîng ên kurdan ên çand û hunerê Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê qedexe kir.

Polîsan îro li Neussê bi ser navendên van du saziyan de girt. Li her du saziyan jî hê polîs lêgerîna xwe didomînin, Seehofer ragihand xebatên Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê qedexe kiriye. Wezareta Karê Navxwe têkilî qedexeyê daxuyanî da û got ku têkilî Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê li eyaleta Ren Vestfalya ya Bakur (NRW) û Saksonyaya Jêrîn (Nîedersachsen) polîs lêgerînên xwe didomînin.

Di 8’ê Adara 2018’an de jî polîsan bi ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Multîmedîayê de girtibû. 3 rojan polîsan li van saziyan lêgerînên xwe domandibû, bi gelek qemyon û TIR’an dest li ser pirtûk, albûm, arşîv û cîhazên tomarê dabîbûn.

Hinceta qedexeyê

Di daxuyaniya Seehofer de ku di malpera Wezareta Karên Navxweyî ya Almanyayê de hatiye parvekirin, hate gotin ku Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk ‘saziyên alîgir’ ên PKK’ê ne ku PKK ji 1993’yan ve li Almanyayê qedexe ye. Wezîr Seehofer got ku ji bo qedexeya li ser PKK’ê were bicihanîn organên dewletê bi pergal gavan davêjin. Seehofer wiha qedexeya xwe parast: ”Ji ber sedema ku PKK, li gel qedexeya 1993’an hêj jî li Almanyayê aktîf e, divê xebatên saziyên alîgir werin astengkirin.” Wezîr her wiha got ku du sazî jî dahata ji pirtûk û CD’an ji PKK’ê re dişînin.

Piştî ku hikûmeta alman biryar da ku şîrketa prodeksiyonê ya Mîr Muzîkê û Weşanxaneya Mezopotamyayê were girtin, kilîd li deriyê du saziyan hate xisitn.

Balkêş e, qedexeyên li ser van du saziyan ku bi salan e pirtûkên kurdî û berhemên muzîkê derdixin, beriya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya  vê heftiyê dê dest pê bike û rayedarên tirk jî hatin vexwendin, pêk hatin. Almanya di 2008’an de bi qedexekirina xebatên Roj TV’ê dîsa mohra xwe li biryareke skandal danîbû. KOLN/BERLÎN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar